'Mîrê Derhênerên Sûrî' Hatim Elî koça dawiyê kir
Ji berhemên wî yên herî berbiçav rêzefîlma "Selahedîn Eyûbî" ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Akter û derhênerê Sûrî Hatim Elî îro ji ber krîza dil di temenê 58 saliyê de koça dawiyê kir.
Derhêner Hatem Elî îro li Qahîreyê ji ber krîzeke dil koça dawiyê kir. Hatim Elî ji ber ku red kir piştgîriya rêjîma Sûriyê bike, ji Sendîkaya Hunermendên Sûriyê hate derxistin û li Qahîreyê dima.
Hatem Elî ku di sala 1962an de ji dayik bû , weke lîstikvan dest bi karê hunerê kir û piştre jî derhêneriya gelek zincîreyên drama yên sûrî û erebî û fîlmên dirêj kir.
Hatim Elî yek ji akter û derhênerên drama sûrî yên navdar e, ji berhemên wî yên herî berbiçav rêzefîlma "Selahedîn Eyûbî" ye ku di sala 2001an de hatiye pêşandan û navdariya wê sînorên cîhana erebî derbas kiriye.
Herwiha rêzefilmê "Biyanîbûna Filistînê" "Qiral Farûq" û "Omer" ku rastî girîngîpêdaneke mezin a çapemenî û toreyên civakî hat.