Dije-Terora Iraqê li Devera Kesk hatiye belavkirin

Şeva din hêzên Dije-Terora Iraqê li Devera Kesk a Bexdayê hatin belavkirin.

Dije-Terora Iraqê
Dije-Terora Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva din hêzên Dije-Terora Iraqê li Devera Kesk a Bexdayê hatin belavkirin weke hewlek ji bo rêlibergirtina her cûre êrîşeke milîsan li dijî Balyozxaneya Amerîkayê.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî ragihandibû ku ew rê nadin ti zêdeçûnekê bo ser dewletê.

Ligel nêzîkbûna salvegera kuştina Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis, endamên Hîzbullaha Iraqê li Bexdayê dê nimayîşa serbazî bikin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê destnîşan kirine ku karwaneke Hîzbullah û Nuceba ber bi Bexdayê hatine da ku beşdarî nimayîşa serbazî bibin.

Li ser vê mijarê, Rêberê Hêzên Esayîb, Qeys Xez'elî ragihandiye; ti planek wan ji bo êrîşkirina ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê tine ye.

Qeys Xez'elî gotiye: “Êrîşkirina ser balyozxaneyê, ji sûdê zêdetir zirar dide.”

Li ser neyartiya kabîneya Mistefa Kazimî jî, Qeys Xez'elî got: “Em li dijî wê yekê ne ku Kazimî bibe Serokwezîr, ji ber ku nasnameyên wî yên du welatan heye.”

Derbarê tolhildanê de jî Xez'elî got: “Ez poşmanbûnekê hîs dikim, ji ber ku me dereng bersiva terorkirina serkirdeyên xwe da. Divê bersiva Iraqê ji bo terora wan serkirdeyan, ji bersiva Îranê bihêztir bûye.”

Fly Erbil Advertisment