Li Diyarbekirê welatiyek xwarinê dide ajelên bêxwedî
Rewşa aborî ya Qedrî Aydogmûş pir baş nebe jî, nêzîkî 2 mehan e bi derfetên ku bidest dixe ajalên kolanan xwedî dike.

Diyarbekir (K24) – Qedrî Aydogmûş di demên kar nake de, ji bo ku ajalên li kolanan birçî neminin, xurekên ku berhev tîne bi dûçerxeya xwe digihîne ajalên li kolanên Diyarbekirê. Qedrî tîne ziman ku wî jî birçîbûnê dîtiye û ji bo ajal birçî nemînin vê hewldana xwe daye destpêkirin.
Qedrî Aydogmûş, li taxa Şehîdan ku ser bi navçeya Bajarênû a Diyarbekirê ve ye dimîne. Qedri Aydogmûşê ku berê li stadyûma Diyarbekirê kar dikir, piştî pandemiyê bê kar maye û li ser dezgahan maske, kimik, gore û lepikan difroşe. Dema ku qedexe hebin yan jî karê wî xilas dibe jî xurekan digihîne ajalên li kolanan.
Qedrî Aydogmûş balê dikşîne ku piştî pandemiyê û rênimayên wê, gelek kargeh demek dirêj girtî dimînin û ajal jî birçî dimînin. Piştî ku bi vê rastiyê haydar dibe, bi piştgiriya derdorê xwe dest bi berhevanîna xurekan dike û li kolanan ji bo ajalên birçî digere.
Qedrî Aydogmûş ji K24ê re got: "Di destpêkê de, min xurek û bermayiyan dida ajalên ku li kolana me ne, lê min dît ku gişt ji wan birçî dimînin. Ez jî birçî mame û birçîmayînê dizanim. Niha jî ez di rewşeke baş de nebim jî bi awayekî debara xwe dikim. Lê ajalên li kolanan bi taybet piştî ku her der tê girtin birçî dimînin. Ez jî ji derdor çi alîkarî çê bibin, zêdetir piştî 11'ê şevê digerim û didim ajalan. Ajal na axifin, lê divê em li wan xwedî der bikevin."
Aydogmûş, tîne ziman ku hin komeleyên parastina ajalan jî êdî piştgiriyê didinê û ew jî dema ku karê wî tunebe an jî qedexe hebe, li 4-5 taxên bajarê Diyarbekirê digere û xurek dide ajalan.
Qedrî Aydogmûş radigihîne ku ew dema ku dibîne ajal bi saya wî têr dixwun gelek pê kêfxweş dibe û loma jî bi kêf û kelecan vê hewla xwe dide.
Qedrî Aydogmûş diyar dike: "Dema ku mirov ji ajalan hez bike û li wan xwedî derbikeve, ew jî êdî mirov dinasin û dema ku min dibînin ber bi min ve tên, carina ez bi ku ve biçim demekî li dûv min tên. Hevalên li taxa min û saziyên parastina ajalan jî hevkarî dikin, ez sipasiya wan jî dikin."
Rewşa aborî ya Qedrî Aydogmûş pir baş nebe jî, nêzîkî 2 mehan e bi derfetên ku bidest dixe ajalên kolanan xwedî dike û daxwaz dike ku her welatî li gor derfetên xwe li ajalan xwedî der bikevin.