Salih Gedo dema destpêkirina danûstandinên kurdî eşkere dike
Endamekî PYNKê diyar dike, di civîna bê de dê pirsa tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de bê gengeşekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî PYNKê radigihîne, piştî destbikarbûna rêveberiya Joe Biden dê danûstandinên Kurdî – Kurdî li rojavayê Kurdisanê berdewam bibin.
Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo di daxuyaniyekê de ji K24 re ragihand, di civîna bê de, dê pirsa tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de bê gengeşekirin.
Nêzîkî salekê ye diyaloga kurdî – kurdî bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yektiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) berdewam in, di dema dawî de ji ber vegeranûnerên Amerîka bo welatê xwe, diyalog rawestiyane.