Tîmeke lêkolînê ya WHO serdana Çînê dike

Tîmeke Rêxistina Tendirustiya Cîhanê lêkolînê derbarê çawaniya derketina nexweşiya Koronayê de dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmek ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) dê roja Pêncşema bê serdana Çînê bike da ku lêkolînê derbarê çawaniya derketina nexweşiya Covid-19 de bike.

Komisyona Tendirustî ya Çînê îro belav kir, tîma WHO ya ji 10 zanyaran pêk tê û ji bo lêkolînkirina çawaniya derketina vîrûsa Koronayê de, dê roja Pêncşemê serdana Çînê bikin.

Di wê serdanê de ku beriya niha ji ber nedana vîzeyê hatibû paşxistin, tîma Rêxistina Tenduristiya Cîhanê dê bi hevpariya ligel zanyarên Çînî lêkolînan dike.

Ji sala par û vir ve ew tîma WHO li benda destûr pê wer dayîn serdana Çînê bike, ji ber ku ev serdan cihê girîngiyeke mezin a siyasî ye.

Serdana tîma WHO di demekê de ye, vîrûsa Koronayê li hemû welatên cîhanê belav bûye û bûye egera, pêketina zêdetir ji 90 kesan, canjidestdana nêzîkî 2 milliyon kesan û rawestandina aborîya cîhanê.

Tê payîn ku tîma rêxistina Tenduristiya Cîhanê heta du hefteyan were karantînkirin û tê payîn ku ew tîm biçe bajarê Wuhanê ku ji wî bajarî ve Korona belav bû.