Korona li Ukraniya.. Dr. Viktoria Mahnych ji bo xizmeta xelkê xwe gund bi gund digere
Dr. Viktoria Mahnych dibêje, "Beriya petayê, min amêrên veguestinê yên giştî bikar dianîn an li ser piyan, an jî bi bîskilêt ez diçûm û dihatim."

Navenda Nûçeyan (K24) - Li çiyayên Carpathian, li rojavayê Ukraniya Dr. Viktoria Mahnych li erebeyeke kevin siwar dibe û li gundan digere.
Korona li Ukraniya.. Dr. Viktoria Mahnych ji bo xizmeta xelkê xwe gund bi gund digere.#Ukraniya #Korona #Corona #COVID19 #Ucrania pic.twitter.com/cmfdqrFjRK
— Kurdistan24 Kurmanci (@k24_Kurmanci) January 11, 2021
Viktoria ditirse ku bi sedema bêhnvedanê û serdana xelkê ji xwaringehan re û geştan, virusê korona dîsa belav bibe. Lewma ev bi xwe li gundan digere û serdana xelkê dike ji bo wan pişkinîn bike.
Dr. Viktoria Mahnych dibêje, "Beriya petayê, min amêrên veguestinê yên giştî bikar dianîn an li ser piyan, an jî bi bîskilêt ez diçûm û dihatim."
Viktoria kincên parastinê li xwe nake, ji ber ku xelk ditirsin û eger heye razî nebin bên pişkinînkirin.
Dr. Viktoria Mahnych, cara yekemîn ez hatime vir da ku em pişkinîna PCR bikim, min kincên parastinê li xwe kiribûn, lê cîran li me dan ji berk u tirsan.
Doktora Ukranî dibêje, diviyabû ku qedexe di dema cejna Krismis û sersalê de hatiba sepandin. Lê xelkên wan gundan beşdarî qidasê kelîseyê ji bo cejnê bûn, û mask jî bikar neanîn.
Dr. Viktoria Mahnych, "Eger li pêş cejnê rêkar hatiba tundkirin dê hijmara pêketiyan niha kêmtir ba. Lê di dema cejn û bêhinvedanan de nêzîkbûna civakî zêde dibe."
Hejmara pêketiyan bi virusa corona li Ukraniya nêzî 1 milyon û 120 hezar e. Hikûmet jî roja înê qedexe sepand ta weke 25ê vê mehê, lê hind ever pabend nebûn.