Mike Pence dûrxistina Trump red dike
Seroka Encûmena Nûnran Nancy Pelosi daxwaz kiribû madeya 25 a destûrê bê aktîvkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di nameyekê de ji bo Seroka Encûmena Nûnran Nancy Pelosi de, red kir li or madeya 25 a destûrê, Donald Trump ji postê wî dûr bixe.
Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di nameya xwe de got: “Ez bawer nakim ku ev rêkar dê bikeve berjewendiya welatê me, herwiha ew ew pêngav jî ne destûrî ye.”
Pence di nameya xwe de got jî: "Ez di demek krîtîk a jiyana gelê me de, xwe Nadim dest lîstikên siyasî yên Encûmena Nûneran."
Cîgirê Serokê Amerîka got: "Aktîfkirina Guhertina 25'an a ji bo rakirina Serok Trump ne di berjewendiya welêt an jî destûrê de ye" û bang li demokratan kir ku divê ew ji bo kêmkirina aloziyê û yekîtiya welêt bi wî re bixebitin.
Seroka Encûmena Nûnran Nancy Pelosi daxwaz kiribû madeya 25 a destûrê bê aktîvkirin.
Li gor madeya 25 a destûrê, dema Serok ji ber nexweşiyê yan pirsgirêkeke derûnî nikaribe bi erkên xwe rabe, wê demê ji nîvê zêdetir ê kabîneya dewletê dikarin daxwazê ji Kongressê bikin ku Cîgirê Serokê bi erkên Serok rabe û bibe Serokê Welat.
Endamên Demokratan bi riya Encûmena Pîran gefa dûrxistina Donald Trump dixwin û wî gurkirina aloziyan tometbar dikin. Lê pêwîstiya vê yekê bi du sêyekên endamên Encûmenê heye, ev jî pêk nehatiye.