Wezareta Navxwe ya Tirkiyê serlêdana partiyeke Kurd qebûl nake

Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) ji sala 2018an ve 20 caran serî li Wezaretê daye, lê belê wezaretê serlêdanên wan qebûl nekirine.

Wezareta Navxwe serlêdana Partiya Însan û Azadiyê qebûl nake, wêne: rûpela partiyê ya li Twitterê
Wezareta Navxwe serlêdana Partiya Însan û Azadiyê qebûl nake, wêne: rûpela partiyê ya li Twitterê

Enqere (K24) - Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) li gel ku ji sala 2018an û vir ve 20 caran daxwaznameya damezrandinê dane Wezreta Navxweyî ya Tirkiyeyê jî, wezaret daxwaznameyên wan qebûl nake.

Serok û rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) ev du roj in li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ne û ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve tên astengkirin.

Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, li gel 4 rêveberên partiyê ve ji duh ve ye li Wezareta Navxwe hewl didin ku daxwaznameya damezrandina partiya xwe bidin rayedaran.

Lê belê wezaret bêyî ku hincetekê pêşkêş bike daxwaznameyên wan qebûl nake.

Serokê partiyê Kamaç bo Kurdistan24ê da zanîn, ku ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ve bo wan gefa desteserkirinê hatiye xwarin.

PÎA, ji sala 2018an û vir 20 caran serî li Wezaretê daye, lê belê wezaretê serlêdanên wan qebûl nekirine. PÎA, di hilbijartinên herêmî de bi HDPê re tifaqa hilbijartinê çêkiribû.

Fly Erbil Advertisment