Li Dêrezorê kesayetekî diyar hat kuştin

Yek ji kesayetên diyar ên ji eşîra Bekir li derdora Dêrezorê rastî êrîşekê hat û hate kuştin.

Dîmeneke wêrankariyê piştî şerê Sûriyê
Dîmeneke wêrankariyê piştî şerê Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji kesayetên diyar ên ji eşîra Bekir, Husên Şêx Cemîl li derdora Dêrezorê rastî êrîşekê hat û hate kuştin.

Kanala fermî ya Sûriyê ragihand; kesayetekî diyar ê ji eşîran Bekir li derdora Dêrezorê hat kuştin û ew dever di bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gor zanyariyên xwecihî; Husên Şêx Cemîl ku yek ji kesayetên diyar ên eşîra Bekir e û li devera Ezbe ya li derdora Dêrezorê hatiye kuştin.

Herwiha çend roj berê jî şêxê eşîra Egîdat, Şêx Etliyoş Şitat û kurê wî jî bi heman şêwe hatibûn kuştin.

Fly Erbil Advertisment