Feyleqa Quds: Bombebaranên Îsraîlê dê bêbersiv nemînin
Alîkarê Siyasî yê Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Ehmed Kerîmxanî ragihand; êrîşkirina ser hêzên rûbirûbûnê yên li Sûriyê, dê bêbersiv nemîne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Siyasî yê Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Ehmed Kerîmxanî ragihand; êrîşkirina ser hêzên rûbirûbûnê yên li Sûriyê, dê bêbersiv nemîne.
Ehmed Kerîmxanî diyar dike ku bombebaranên Îsraîlê yên ser pêgehên serbazî yên li sînorê parêzgeha Dêrezorê ti zirareke giyanî li grûp û hêzên çekdarî yên li eniya rûbirûbûnê ya Sûriyê nedaye.
Kerîmxanî destnîşan kir; nûçeyên ku Rewangeha Sûrî belav kirine; goya 57 serbaz û çekdarên rûbirûbûnê di encama wan êrîşan de hatine kuştin, ne rast e û tenê propagandaya siyasî ye.
Serê sibeha çarşema borî, firokeyên Îsraîlê li çend deverên sînorî yên parêzgeha Dêrezorê, yekîneyên artêş û milîsên alîgirên Îranê bombebaran kiribûn.