Washington: Serkirdeyê Heşda Şeibî "terorîstekî cîhanî" ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; Sekreterê Giştî yê berê yê Ketayîbê Hîzbullah Ebdulezîz Miluh Mihemedawî ku bi navê "Ebû Fedek" tê nasîn, "terorîstê cîhanî" ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; Sekreterê Giştî yê berê yê Ketayîbê Hîzbullah Ebdulezîz Miluh Mihemedawî ku bi navê "Ebû Fedek" tê nasîn, "terorîstê cîhanî" ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got: “Ketayîbê Hîzbullah rêxistineke terorîst a ser bi Îranê ye, hewl dide ajendaya xirab a Îranê li herêmê bihêz bike û berpirsyariya xwe di çendîn êrîşên terorîstên yên li Iraqê de ragihandiye, ji wan; êrîşkirina bi bombeyên vedayî, êrîşkirina bi gulleyên nerasterast û êrîşkirina bi bombeyên mûşek, ev ji bilî karê dizîna çavkaniyên dewleta Iraqê, kuştin, revandin û îşkencekirina xwepêşander û çalakvanên sivîl ên li Iraqê.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Ebdulezîz Miluh Mihemedawî ligel Pasdaranê Îranê –Feyleqa Qudsê– kar dike ji bo pêkanîna saziyên fermî yên ewlehiyê yên dewleta Iraqê dûr ji armancên xwe yên rasteqîn ên parastina dewleta Iraqê û têkoşîna li dijî DAIŞê.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere dike ku Îran piştevaniya wan grûpan dike ku yek ji wan niha Mihemedawî rola serkirdetiyê dilîze.

Di dawiya Sibata borî de, piştî kuştina Ebû Mehdî Muhendis, Desteya Heşda Şeibî Ebdulezîz Mihemedawî yê bi navê "Ebû Fedek" tê nasîn, li şûna Muhendis, wek Serokerkanê Heşda Şeibî diyar kir.