Tirkiye û Yewnanistan dest bi gotûbêjên teknîkî dikin
Li gor çavkaniyên ewlehiyê, Tirkiye û Yewnanistan li ser asta desteyên serbazî derbarê peymana NATOyê de hefteya bê dest bi gotûbêjên teknîkî dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor çavkaniyên ewlehiyê, Tirkiye û Yewnanistan li ser asta desteyên serbazî derbarê peymana NATOyê de hefteya bê dest bi gotûbêjên teknîkî dikin.
Çavkaniyên Ewlehiyê diyar dikin ku gotûbêj mekanîzmaya dûrketina ji pevçûnê li rojhilatê Deryaya Spî li xwe digre.
Ev gotûbêj piştî civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li gel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg pêk tê.
Di 4ê Îlona borî de Jens Stoltenberg destpêkirina gotûbêjên teknîkî yên navbera Tirkiye û Yewnanistanê ragihandibû ji bo damezrandina mekanîzmek bo dûrketina wan ji pevçûnan li rojhilatê Deryaya Spî. Herwiha tekez kiribû ku gotûbêj teknîkî ne û ne danûstandin in û beşek ji karên temamkirina hewldanên navbeynkarî yên siyasî ne, ku Almanya serkirdetiya wê dike.