Maas serdana Tirkiyê û pêwendiyên Enqere û Yekîtiya guftûgo dike
Wezîrê Derve yê Almanya pêwendiyên dualî, pêwendiyê Enqere û Yekîtiya Ewropayê ligel berpirsên Tirkiyê gotûbêj bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezerata Derve ya Tirkiyê diyar kir ku roja Duşemê Wezîrê Derve yê Almanya dê serdana Tirkiyê bike.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas roja 18 'ê Çileya 2021'an bi serdaneke fermî serdana Tirkiyê dike. Di heman demê de tê payîn ku danûstandin li ser aloziyên Rojhilata Navîn ên di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de were kirin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Duşema bê de Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas serdana Tirkiyê dike. Maas dê di serdana xwe de pêwendiyên dualî û pêwendiyên Enqere û Yekîtiya Ewropayê ligel berpirsên Tirkiyê gotûbêj bike.
Serdana Mass di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Fransayê name ji hev re şandin. Herwiha Tirkiye daxwaza asayîkirina pêwendiyên ligel Yekîtiya Ewropayê dike.