Beşeke zêde ya Erebên nêzî Şingalê vegeriyane deverên xwe
Di nava xelkê Şingalê de mijara vegera Erebên Şingalê û nahiya Sinûnê, deng vedaye û wisa dibînin ku ev li ser devera wan cihê metirsiyê ye.
Şingal (K24) – Di nava xelkê Şingalê de mijara vegera Erebên Şingalê û nahiya Sinûnê, deng vedaye û wisa dibînin ku ev li ser devera wan cihê metirsiyê ye. Xelkê Şingalê diyar dikin ku ji wan hejmareke mezin di sala 2014an de ligel DAIŞê bûn, loma divê hikûmeta Iraqê pişkinîna ewlehiyê li deverên Ereban bike, an na Êzidî nikarin bi vê şêweyê vegerin cih û warên xwe.
Awarekî bi navê Dexîl Xanesorî ji Kurdistan24ê re ragihand ku nêzîkî %80 xortên Ereban bi DAIŞê re bûn, çi bi neçarî û çi jî bi daxwaza xwe. Herwiha ji hikûmetê daxwaz dikin ku ew kes bila ji lêpirsînên ewlehiyê derbas bibin, da ku ew jî bikarin vegerin cih û warên xwe.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl diyar dike ku hikûmeta Iraqê bi hêzên li Şingalê, ji bo Ereban rê xweş kirine ku ew vegerin, loma heta niha %80 ji wan vegeriyane, lê berevajî wê, %80 xelkê Şingalê li kampên Herêma Kurdistanê aware ne.
Mehma Xelîl ji Kurdistan24ê re eşkere kir: “Piştî DAIŞ hat, piraniya van gundan, %80 an endamên DAIŞê bûn, an hêlîna DAIŞê bûn û bûn pêşrewên DAIŞê û tehde li vê deverê kirin. Me diviya venegerin heta lihevhatinek çênebûbe, heta hiqûqên van beyan nebûbe, heta lêpirsîneke ewlehiyê li hemûyan hebe, bi hatina wan jî metirsî heye, gelek jê bi şevan hevaltiya DAIŞ dikin û bi roj jî sivîl in. Ji ber vê yekê metirsî ye.”
Ji aliyê îdarî ve, nêzîkî 60 gundên Ereban ser bi navçeya Şingalê ve hene, piraniya wan di dema hatina DAIŞê de li deverên xwe mabûn û alîkariya DAIŞê kirin, ji ber vê yekê nerehetiyek li ba Êzidiyan peyda bûye û vegera wan bi alîkariya hêzên Iraqê, li dijî Êzidiyan e, loma dibêjin eger wisa be, ew nikarin vegerin Şingalê.