Li Iraqê karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî bi du bombeyan hatin armanckirin

Jêdereke ewlehiyê ya Iraqê ragihand; du teqîn bi bombeyên vedayî karwaneke piştevaniyê ya Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Zîqar a li başûrê Iraqê kirin armanc.

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêdereke ewlehiyê ya Iraqê ragihand; du teqîn bi bombeyên vedayî karwaneke piştevaniyê ya Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Zîqar a li başûrê Iraqê kirin armanc.

Jêdera ewlehiyê diyar kir: “Yek ji wan bombeyên vedayî karwaneke piştevaniya lojîstîk a ser bi Hevpeymaniya Navdewletî li ser rêya bilez a Zîqarê kire armanc û ziyan negihiştiye ti kesî.”

Herwiha eşkere kir: “Li nêzîkî teqîna yekem, bombeyeke din jî teqiya û heman karwan kire armanc, di encamê de barhilgirek şewitî, lê ziyan negihişt canê ti kesî.”

Di van demên dawî de armanckirina hêzên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî çend car in dubare dibin, ev barhilgir jî ser bi kompaniyên Iraqî ne û şofêrên wan jî xelkê Iraqê û alav û kelûpelên lojîstîk ên Amerîkayê vediguhezînin.

Fly Erbil Advertisment