DAIŞê berpirsyariya teqînên Bexdayê li xwe girt

Rêxistina DAIŞê di daxuyaniyekê de berpirsyariya teqînên Bexdayê girte stûyê xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina DAIŞê di daxuyaniyekê de berpirsyariya teqînên Bexdayê girte stûyê xwe, ku di encama wan teqînan de 32 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

DAIŞê di daxuyaniyekê de dibêje; çekdarên wan ên bi navê Ebû Yûsif Ensarî bi kembereke bombekirî, xwe li qada Teyeran teqandiye û teqîna duyem jî kesekî din ê bi navê Mihemed Arif El Muhacir li heman cihê teqîna yekem encam daye.

Teqînên li Bexdayê li ser asta navxwe û navdewletî karvedanên mezin li pey xwe anîn.

Li Herêma Kurdistanê li asta payebilind, teqîn hatin şermezarkirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê deriyên nexweşxaneyan li ber birîndarên wê kiryara terorîstî, vekirin.

Herwiha şevê din Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çend biryar derxistin û çend rayedar û fermandarên payebilind ên ewlehiyê, ji postên wan dûr xistin.