11 çekdarên Heşda Şeibî li Tekrîtê hatin kuştin

Li nêzîkî bajarê Tekrîtê, çekdarên Heşda Şeibî ketin komîneke çekdarên DAIŞê û 11 çekdar hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî bajarê Tekrîtê, çekdarên Heşda Şeibî ketin komîneke çekdarên DAIŞê û 11 çekdar hatin kuştin.

Çekdarên DAIŞ'ê di tarîtiyê de xwe veşartibûn û bi çekên sivik êrîşî rojhilatê bajarê Tikrît ê navenda parêzgeha Selahadînê kirin.

Efserê Lîwaya 22'an a Heşda Şeibî Ebû Elî El-Malikî ragihand: "DAIŞ'ê li rojhilatê Tikrîtê li dijî Lîwaya 22'emîn êrîşek pêk anî.

Li gor jêderên ji AFP'ê ragihand e, 11 çekdar di êrîşê de hatine kuştin û 10 çekdar jî birîndar bûne.

Ev êrîşa li rojhilatê Tikrîtê, piştî du rojan ji her du teqînên xwekujî yên Bexdayê tê ku di encamê de zêdetir ji 30 kesî hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Di pişt re jî, DAIŞê berpirsatiya xwe di ber wan her du teqînan de ragihand.

Her çend e jinavbirina DAIŞ'ê li Iraqê ji aliyê leşkerî ve di sala 2017 'an hat ragihandin, lê heta niha şaneyên wê yên razayî li herêmên mane û her car jî êrîşî Iraqî dikin.