Mesrûr Barzanî cejna Sê Şevên Yaran li Kakeyîyan pîroz dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kakeyîyan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kakeyîyan kir.

Deqa peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) pîrozbahiyên germ li xwişk û birayên Kakeyî û tevahiya Yarsaniyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvdar im ev cejn, bibe jêdera xêr û xweşî û bidawîanîna êş û azaran û bihêzkirina tebayî û yekrêziya di navbera hemû pêkhatên gelê Kurdistanê de.

Xwedê rojî û duayên we qebûl bike û ez hêvîdar im ku hûn rojên cejna xwe bi şadî derbas bikin.

Fly Erbil Advertisment