Serok Barzanî cejna Sê Şevên Yaran li Kakeyiyan pîroz dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kakeyiyan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kakeyiyan kir û hêvî xwast Kakeyiyên Kurdistanê cejna xwe di xweşî û aramiyê de bikin û her dem ji nexweşiyan dûr bin.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got: “Bi boneya cejna Sê Şevên Yaran (Qewiltas) ya Kakeyiyan pîrozbahiyên germ li xwişk û birayên Kakeyî yên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî di beşeke din de jî ragihand: “Hêvîdar im hemû çejnên xwe ji xweşî û aramiyê de bikin û her dem dûr bin ji nexweşiyan û dawî li êş û azarên wan bê ku di heyama borî de xwişk û birayên me yên Kakeyî û pêkhateyên din ji destê teroristan dîtibûn.”

Fly Erbil Advertisment