Li Efrînê di teqînekê de 3 çekdar birîndar bûn

Li Efrînê di encama teqîna bombeyekê de, 3 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike birîndar bûn.

Bajarokê Şera
Bajarokê Şera

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê di encama teqîna bombeyekê de, 3 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bombeyek li nêzîkî rêbendeke grûpên çekdaran li navçeya Şera teqiya û di encamê de 3 çekdar birîndar bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî li Efrînê têk çûye û her car teqîn lê rû didin û gelek caran jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Duhî jî zarokekî Efrînî yê 14 salî dema li herêma Şehbayê şivantî dikir, di encama teqîna bombeyekê de canê xwe ji dest dabû.