Balyozê Yewnan: Ji bo Yewnanistanê girîngiyeke taybet a Herêma Kurdistanê heye
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Yewnanistanê yê li Iraqê Leonidas Contovounesios kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî roja pêncşemê 28ê Çileya 2021ê li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Yewnanistanê yê li Iraqê Leonidas Contovounesios kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Yewnanistanê yê li Hewlêrê Efthymios Costopoulos jî amade bû, ronahî xistin ser rewşa siyasî û pêşhatên navçeyê û herwiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Her di vê civînê de Balyozê Yewnanistanê li Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybet heye û xwazyarê pêşxistina peywendiyên li warên cuda cuda yên di navbera her du aliyan de ne.
