Hevpeymaniya Navdewletî: 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Di encama bombebaranên firokeyên şer de li nêzîkî Kerkûkê, 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê roja înê ragihand; di encama bombebaranên firokeyên şer de li nêzîkî Kerkûkê, 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, ku yek ji wan Ebû Yasir e, serkirdeyê herî mezin ê DAIŞê yê li Iraqê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; ew di jinavbirina serkirdeyên DAIŞê de berdewam dibin û dibêje: “Ebû Yasir di êrîşeke esmanî de roja 27ê Çileya 2021ê li nêzîkî Kerkûkê hat kuştin.. Di wê operasyonê de 10 terorîst hatin kuştin, kuştina Ebû Yasir jî, derbeyeke din a mezin e li hewldanên zindîbûna DAIŞê li Iraqê.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê eşkere kir ku ji destpêka îsal ve heta niha 82 operasyon li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê encam dane.

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî li ser armanckirina serkirdeyên DAIŞê yên li Iraqê jî diyar dike: “Em ziyanên serkidetiya DAIŞê ya li Iraqê dibînin, ev serkeftin bi alîkariya îstixbaratê û alîkariya îstixbarata Iraqê û efserên wêrek hat bi destxistin.”