Kurdên Êzdî cejna Çileya Zivistanê pîroz dikin

Cejna Çileya Zivistanê pîroziyeke wê taybet heye li ba civaka Kurdên Êzdî.

Laliş
Laliş

Laliş (K24) – Cejna Çileya Zivistanê pîroziyeke wê ya taybet heye li ba civaka Kurdên Êzdî û ev çil rojên zivistanê ji bo barîna berf û baranê ye.

Çileya Zivistanê di 25ê Kanûnê dest pê dike û heta 2ê Sibatê didome.

Baba Şêx di Çileya Zivistanê de diçe Lalişê û berî cejnê bi rojekê, li wir dimîne û bi gotina qewl û beyt û qesîdan, cejnê pîroz dikin.

Cejna Çileya Zivistanê di gelek qewlên pîroz ên Êzdiyan de hatiye.

Her sal di vê cejnê de li Perestgeha Laliş bi amadebûna kesayetên olî û lêdana defan, merasîmên olî dihatin lidarxistin, lê îsal ji ber belavbûn û metirsiya vîrusa Koronayê, Mîr û Civata Rûhanî biryar da, ti merasîmên olî yên cejn û boneyan neyên sazkirin.

 

Fly Erbil Advertisment