Hêzên ewlehiyê rê nedan HDP civîneke çapemeniyê li dar bixe
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê xwest ku derbarê rewşa girtîgehan de civînek çapemeniyê li dar bixe. Lê hêzên ewlekariyê rê neda ku daxuyanî were dayîn.
Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê xwest ku derbarê rewşa girtîgehan de civînek çapemeniyê li dar bixe. Lê hêzên ewlekariyê rê neda ku daxuyanî were dayîn. Li ser vê yekê parlamenter û rayedarên HDPê belav bûn.
Li Diyarbekirê li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest civînek çapemeniyê li dar bixe.
HDPê bi civînê xwest ku balê bikêşe ser rewşa girtiyan û rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku bo hevdîtina wî û parêzerên wî rê nayê dayîn.
Hêzên ewlekariyê beriya civînê Parka Koşuyoluyê dorpêç kir û ji endamên HDPê re hat gotin ku dê rê ji bo civîna çapemeniyê neye dayîn.
Li ser vê yekê Parlamentera HDPê ya Diyarbekir Semra Guzel demekê bi hêzên ewlekariyê re axaftinek kir û paşê li gel rayedarên HDPê jî rewş nirxand.
Piştî nîqaşan koma ku bo daxuyaniyê hatibûn Parka Koşuyoluyê beş bi beş belav bûn. Ji ber daxuyaniyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bergiriyên gelek berfireh ên ewlehiyê hatibûn wergirtin.