Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê, bîranînên xwe kirin pirtûk
Hacî Mîrxan Dolemerî, pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê, bîranên xwe di du cildên pirtûkekê de vedibêje.
Hewlêr (K24) – Hacî Mîrxan Dolemerî, pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê, bîranên xwe di du cildên pirtûkekê de vedibêje û navê "Lêgerîna Dadperweriyê" lê daniye. Ew di nav pirtûkê de hemû jiyana xwe ya pêşmergetî û awarebûna xwe nivîsandiye û dibêje: “Temenê min gihişte 80 salî, lê hê jî ev welatên ku Kurd di nav wan de hatine dabeşkirin, min dadperwerî nedîtiye.”
Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Hacî Mîrxan Dolemerî, zêdetirî nîv sedsalekê, li dadperweriyê digere, piraniya salên jiyana xwe ji pêşmergetî û awarebûn û derbederbûnê re bexşandine, loma tiştên ku dîtine, jiyana ku derbas kiriye, hemû di nav pirtûkekê de kom kirine û navê wê daniye "Lêgerîna Dadperweriyê".
Dema Hacî Mîrxan Dolemerî piştî Komara Kurdistanê bi topbarana hêzên Şahê Îranê birîndar bûye, temenê wî hêj 9 salî bûye. Piştre dema bûye pêşmerge, çendîn car di nav şer de mirin hatiye ber deriyê ruhê wî. Dolemerî behsa wan rojên ku ji çiya û ax û çemên Kurdistanê dûr bûye û di penaberiyê de jiyaye, dike.
Hacî Mîrxan Dolemerî di wan rojên dijwar ên awareyî de, kariye 14 zarokên xwe, li ser hestê niştimanperwerî perwerde bike û pêşeroja wan ronak bike.