Rûfatên 104 Kurdên Êzdî têne bixaksipartin

Îro li gundê Koço yê li Şingalê, bi merasîmekê rûfatên 104 Kurdên Êzdî têne bixaksipartin, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine şehîdkirin.

Dîmena gorên ku ji bo rûfatên 104 Êzdiyan hatine amadekirin, wêne: Mahir Şingalî
Dîmena gorên ku ji bo rûfatên 104 Êzdiyan hatine amadekirin, wêne: Mahir Şingalî

Hewlêr (K24) – Îro li gundê KoçoŞingalê, bi merasîmekê rûfatên 104 Kurdên Êzdî têne bixaksipartin, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine şehîdkirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand; piştî hewldaneke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, nasnameyên 104 kesên qurbaniyên Êzdî hatin eşkerekirin, ku bi destê DAIŞê hatibûn şehîdkirin.

Îro merasîmeke taybet ji bo vegerandina rûfatên wan û car din veşartina wan li gundê Koço yê li sînorê Şingalê dê birêve biçe.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Kerîm Ehmed Xan, Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê û nûnerên şandên dîplomatîk dê di merasîmê de amade bin.

Fly Erbil Advertisment