Serok Barzanî pêşwazî li Dr. Azad Necar kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li dahênerê dilê destkir Dr. Azad Necar kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 8ê Sibata 2021ê li Selaheddîn pêşwazî li dahênerê dilê çêkirî Dr. Azad Necar kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî destxweşî li Dr. Azad Necar kir ji bo dahênana wî ya bijîşkî ku ji bo mirovahiyê, li ser projeya dilê destkir dixebite.
Serok Barzanî spasî wê dahênana wî ya bijîşkî kir û ji bo hemû bijîşkên Kurdistan û gelê Kurdistanê wî karê zanistiya wî cihê handan û şanaziyê wesif kir.
Herwiha ji bilî derbirîna hemû cûre piştevaniyekê, hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo Dr. Azad Necar xwest.