Berdevka HDPê bo K24ê: Em ê serdana partîyên Kurd jî bikin
Berdevka HDPê Ebru Gunay got, “ji bo hevdîtina li gel partiyên Kurd tu pirsgirêkeke me nîne û em ê di rojên pêş da plansaziyekê çêbikin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – HDP hûrgilîyên kampanyaya xwe ya bi navê “Dadwerî Ji Bo Herkesî” eşkere dike. Biryar e di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Hevserokên HDPê li Diyarbekirê tevî sazî û komeleyên ziman daxuyanîyekê hevpar bide û banga edalet ji bo zimanê zikmakî bike. Her wiha HDPya ku serdana partîyên mixalefetê dike, li ser pirsa K24ê, ragihand ku ew ê bi partîyên Kurd ra jî bicivin. Berdevka HDPê Ebru Gunay got, “ji bo hevdîtina li gel partiyên Kurd tu pirsgirêkeke me nîne û em ê di rojên pêş da plansaziyekê çêbikin.”
Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mîthat Sancar, di 8ê Sibatê da li Enqereya paytexta Tirkîyeyê bi bernameyekê berfireh kampanyaya bi navê, “Dadwerî Ji Bo Herkesî” bi raya giştî ra eşkere kiribûn. Berdevka HDPê Ebru Gunay jî îro bi civînekê rojnamegerîyê hin hûrgilîyên nû yên kampanyayê eşkere kir.
Di kampanyaya nû ya HDPê de ku dê heta meha Hezîranê dewam bike, dê her meh bi minasebeta roj û hefteyên taybet hin çalakî û bernameyên cuda bêne kirin. Gunay da zanîn ku di vê çarçoveyê da wê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de wê Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li Dîyarbekirê tevî sazî û komeleyên ziman wê daxuyanîyekê hevpar bide û ji bo zimanê zikmakî banga dadperwerîyê bike.
Berdevka HDPê Gunay got:“Niha jî em neheqiya desthilatê li her derê eşkere dikin û ji bo jiyaneke nû saz bikin em dibêjin Destpêkê Edelat. Dirûşma me ya vê kampanyayê ya bi Kurdî Destpêkê Edelat e. Îro pêdiviya me bi qasî av û nan bi edaletê heye. Dixwazin em îteatî wan bikin. Kî îteatî wan neke wek terorîst tê îlankirin îro. Girtî ev 75 roj in ku bi greva birçîbûnê li dijî vê dad û hiqûqê li ber xwe didin. Em tiştên ne meşrû qebûl nakin. Kêr gihişte hestî. Gelê me jî vê yekê dibîne. Heke edalet tunebe demokrasî jî tuneye. Edalet tunebe siyaseta azad jî tuneye. Edalet tunebe hiqûq jî tuneye. Destpêka her tiştî edalet e û em îro banga têkoşîna edaletê dikin.”
Gunay: Em bi partiyên Kurd re rêhevaltiyê dikin, têkoşîneke hevpar dimeşînin
Li alîyê din berdevka HDPê Ebru Gunay pirsa nûçegihanê Kurdistan 24ê Omer Sonmez, ya; “Gelo hûn wek HDP plansazî dikin ku li gel partiyên mixalefetê yên Kurd jî hevdîtinan pêk bînin” bersivand û got, “ji bo hevdîtina li gel partiyan Kurd tu pirsgirêkeke me nîne û em ê di rojên pêş da plansaziyekê çêbikin.” Gunay destnîşan kir ku, “Em bi tevahî partiyên muxalefetê yên Tirkiyeye re hevdîtinan pêk tînin. Di wî aliyê de em tu cudahî naxin navbera partiyên muxalefetê. Li Kurdistanê tifaqeke me ya bi partiyên Kurdan re heye. Em bi wan re rêheval in, têkoşînek hevpar dimeşînin. Di wî aliyê de ji bo hevdîtinê wan partiyan tu pirsgirêkeke me nîne, em ê di rojên pêş de plansaziyekê di vê çarçoveyê de bikin. Em tu cudahî naxin, îtifaqa me ya kurdistani heye. Di rojên pêş da em ê plansazî çêkin.”
HDP dest bi hevdîtina partîyên mixalefetê kiribû
HDP dest bi serdana partîyên mixalefetê yê Tirkîyê kiribû û li gel Saadet û CHPê civîyabû. HDPya ku bêyî civînekê hevpar ya rojnamegerîyê hevdîtinên xwe pêk tîne biryar e di 11ê Sibatê da bi Serokê DEVAyê Alî Babacan ra, di 17ê mehê da jî li gel Serokê Gelecekê Ahmet Davutoglu ra hevdîtinê pêk bîne.
Hin Hûrgilîyên Kampanyaya HDPê
-15ê Sibatê: Wê HDPê di salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan da li sê bajaran ji bo rakirina tecrîda ser Ocalanî bi meşên girseyî protesto çêbike,
-21ê Sibatê: Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de wê HDP çalakîyên curbicur li dar bixin. Li Dîyarbekirê tevî saziyên zimanê Kurdî wê daxuyaniyekê bê dayîn,
-8ê Adarê: Bernameya jinan a vê kampanyayê dê ji aliyê Meclisa Jinan a HDPê ve li Enqereyê bê eşkerekirin.
-Ji cîbicihkirina biryara DMMEyê: Tevî hevserokên HDPê, parlamenterên HDPê, Meclisa Jinan û parêzeran ew ê li ber Dadgehên Enqere û Stenbolê çalakiyan li dar bixin.
-Greva Birçîbûnê: Ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan, ew ê li ber girtîgehan daxuyaniyan bidin.
-Bêkarî û krîza aborîyê: Ji bo balê bikişînin bêkarî û debarê wê HDP li Wanê hevdîtinan bike.
Hevdîtin û Serdan: Wê HDP serdana partiyên çepgir, saziyên Elewiyan û balyozxaneyên welatên beyanî bike.