Pedersen: Plana me ya kar ji bo rewşa Sûriyê tune ye
Şandeyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen radigihîne, ti planên wan derbarê rewşa Sûriyê de nîn in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen radigihîne, ti planên wan derbarê rewşa Sûriyê de nîn in.
Piştî bidawîbûna civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Sûriyê de, Geir Pedersen ragihand, wî Encûmena Encûmena Asayişê agahdar kiriye ku ti planeke wî ya kar ji bo paşeroja Sûriyê tune ye.
Pedersen got jî: “Gera pêncem a Komîteya Destûrê ya maha borî bi dawî bûye, derfetek bê encam bû.”
Gera pêncem a Komîteya Destûra Sûriyê piştî danûstandinên 5 rojan, roja 29ê Çileya borî bi dawî bûbû.
Tekez kir jî, heger "dîplomasîya navneteweyî ya avaker" tune be, Komîteya Destûrê nikare ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi pêş ve here.
Pederesen diyar kir, wî bi Encûmena Asayişa Navdewletî re gotiye ji bo şêwaza karê Komîteya Destûrê ya niha tê kirin, bê guhartin.
Şandeyê navdewletî amaje bi wê da, şanda opozîsyona Sûriyê dariştina 10 perensîpên sereke yên Birgeye Yekem a Destûrê de temam kirinr û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin, lê şanda rêjîmê ew qebûl nekir.
Komîteya Destûra Sûriyê ji 50 nûner ji rêjîmê, 50 nûner ji opozîsyonê û 50 nûnerên civaka sivîl pêk tê. Ji wê komîteyê jî, Komîteya Biçûk hatiye avakirin û ji aliyekî 15 nûner tê de beşdar in.