Firokeyên Tirkiyê çiyayê Garê bombebaran dikin
Artêşa Tirkiyê bi firoke û helîkopteran li çiyayê Garê li dijî gerîlayên PKK'ê operasyonek asmanî daye destpêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê bi firoke û helîkopteran pêgehên PKK'ê li çiyayê Garê bombebaran kirin. Çapemeniya PKK'ê jî ragihand jî, li navçeyê şer û pevçûn di navbera gerîla û leşkerên Tirkiyê de didomin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji demjimêr 03.00'an ve li dijî çiyayê Garê dest bi operasyona esmanî kirine. Wezareta Berevaniyê diyar kir jî, wan di çarçoveya mafê parastinê de êriş pêk anîne û operasyona wan berdewam dike.
Di wê derbarê de Rêveberê Şaredariya Dînartê Şaban Xelîl ji K24ê re diyar kir, ji berbanga îro ve firoke û helîkopterên Tirkiyê derdora 6 gundên Dînartê bombebaran kirin û heta demjimêr 8:00 vê sibe bombebaran berdewam bû.
Diyar kir jî, ji ber êrîşên berdewam ên firokeyên Tirkiyê û hebûna çekdarên PKKê li wê navçeyê, ew şeş gundê nahiya Dînartê ji nêzîkî 20 salan ve valabûne û nehatine avedankirin.
Rêveberê Şaredariya Dînartê diyar ragihand jî, heta niha ti ziyanên canî negihiştine welatiyên wê navçeyê, lê ziyanên mezin ên madî gihîştine rez û zeviyên cotkaran.
Ji aliyê xwe ve Çapemeniya PKK'ê operasyona Tirkiyê ya li dijî Garê piştrast kir û diyar kir, piştî bombebaranê gelek leşkerên Tirkiyê li herêma Siyanê hatine bicihkirin û di navbera gerîla û leşkeran de şer berdewam dike.
Herwiha çapemeniya PKK'ê radigihîne, gerîlayan bersiva êrişa helîpoteran dane û helîkoter ji navçeyê vekişiyane.