2 leşkerên Tirkiyê li çiyayê Garê hatin kuştin
Di operasyona çiyayê Garê de 2 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin, 4 leşkerî jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di operasyona çiyayê Garê de 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin, 4 leşkerî jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, di operasyona bi navê Pence Kartal ya li Herêma Garê de, şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye.
Diyar kir jî, di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duhî bi daxuyaniyekê ragihandibû, wan ji demjimêr 03.00'an ve li dijî çiyayê Garê dest bi operasyona esmanî kirine.
Piştî ku firokeyan çiyayê Garê bombebaran kirin, bi helîkopteran leşker danîbûn ser Çiyayê Garê û di navbera wan û gerîlayên PKKê de şer derketibû.