Xaça Sor hewlên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêmê di zîndan û çaksaziyan de bilind dinirxîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Xaça Sor a Navdewletî bi serokatiya Berpirsê wê rêxistinê li Iraqê Jean Jerome kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Xaça Sor a Navdewletî bi serokatiya Berpirsê wê rêxistinê li Iraqê Jean Jerome kir.

Di hevdîtinê de, çalakiyên mirovî yên wê rêxistinê, plan û bernameya wan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Şanda Xaça Sor a Navdewletî spasiya hevkarî û hevahengiya di navbera wê rêxistinê û sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistan de kir, bi taybetî hêzên navxwe, asayiş û polîsan. Herwiha hewlên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêmê di zîndan û çaksaziyan de bilind nirxand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê kar û çalakiyên mirovî yên Xaça Sor a Navdewletî da ku bi awayekî bêalî û pîşeyî karên xwe encam dide û hêviya serkeftinê jê re xwast û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo serxistina karên wan dupat kir.

Fly Erbil Advertisment