Li Hemrînê firokeyên Iraqê pêgehên DAIŞê bombebaran kirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; hêza firokevanî ya artêşa Iraqê, li devera Hemrînê pêgehên çekdarên DAIŞê kirin armanc.

Firokeyên şer, wêne: arşîv
Firokeyên şer, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê îro duşemê bi daxuyaniyekê ragihand; hêza firokevanî ya artêşa Iraqê, li devera Hemrînê pêgehên çekdarên DAIŞê kirin armanc.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku hêzên firokevanî yên artêşa Iraqê, di 5 lêdanên esmanî de pêgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn li devera Hemrînê bombebaran kirin.

Herwiha hat eşkerekirin ku li gor zanyariyên hûrgilî yên îstixbaratê, firokeyên şer ên F-16 yên Iraqê, 2 car rêzeçiyayên Hemrîn bombebaran kirine û cihên terorîstan têk birine.

Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hatiye diyarkirin ku çend çekdarên DAIŞê di êrîşên esmanî yên hêzên Iraqê de hatine kuştin û hatiye tekezkirin ku hêzên ewlehiyê paşmayiyên çekdarên DAIŞê jinav birine û dê li ser vê mijarê zanyariyên zêdetir werin belavkirin.