Îran: 3 karmendên me yên îstixbaratê hatin kuştin

Wezareta Îstixbarata Îranê (Îtilaat) ragihand; sê endamên wan ên li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê yên Îranê hatine kuştin.

Serbazên Îranê, wêne: arşîv
Serbazên Îranê, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Îstixbarata Îranê (Îtilaat) ragihand; sê endamên wan ên li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê yên Îranê hatine kuştin.

Wezareta Îtilaata Îranê îro di daxuyaniyekê de ragihandiye; li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê yên Îranê 3 endamên wan "di dema bicihanîna erkên xwe de" bo nehîştina "rêxistineke organîze" hatine kuştin.

Wezaretê agahiyên zêde li ser wan kesan nedaye û tenê gotiye, “serbazên me yên veşartî” hatine kuştin.

Li ser çawanî û dema kuştina karmendên îstixbaratê, zanyarî nehatine belavkirin.

Fly Erbil Advertisment