Li Kerkûkê derbarê qedexeya hatûçûnê de biryarên nû hatin dayîn
Şaneya Qeyranê ya Tendirustiyê ji bo Rûbirûbûna Koronayê ya li parêzgeha Kerkûkê hejmarek biryar derbarê qedexeya hatûçûnê de derxistin.

Hewlêr (K24) – Şaneya Qeyranê ya Tendirustiyê ji bo Rûbirûbûna Koronayê ya li parêzgeha Kerkûkê ragihand; di civîna îro çarşemê 17ê Sibata 2021ê de hejmarek biryar derbarê qedexeya hatûçûnê de hatin derxistin.
Li gor biryara nû; divê hemû fermangehên parêzgeha Kerkûkê dema dewamkirina karmendan kêm bikin û desthilat dide rêveberiyên "şaredarî, av, elektrîk û kompaniya gazê", ji bo hatûçûna karmendan, hêsankarî bikin.
Derbarê dewamkirina karmendan de, biryar hat dayîn ku jinên ducanî an zarokên wan ên ji temenê 6 salî biçûktir hene, dikarin neyên ser kar.
Di biryarê de hatiye destnîşankirin; rê tê dayîn ku 4 wêstgehên dabeşkirina berhema petrolê ya hikûmî û tenê wêstegehek taybet werin vekirin.