Bijîşkê Kurd ku bi dahênana xwe serdemeke nû vedike: Dr. Azad Necar
Dr. Azad Necar ku ji navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ye, di warê tibê de dahênaneke mezin kiriye û dilekî çekirî pêk aniye.

Duhok (K24) – Bijîşkê Kurd Dr. Azad Necar ku ji navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ye, di warê tibê de dahênaneke mezin kiriye û dilekî çekirî pêk aniye.
Piştî derbasbûna neh salan, dîsa çavên Dr. Azad Necar bi dîtina Duhoka rengîn şad bûn.
Dr. Azad Necar ji Kurdistan24ê re eşkere kir; dilê ku ew çêdikin, bê kêmasî ye û dema dilê mirovek nexweş bikeve, li şûna dilê rastîn, dilê çêkirî datînin û ev yekem car e ku dilekî bi awayî tê çêkirin.
Dilê ku Dr. Azad Necar çêkiriye, beriya niha weke wê nehatiye çêkirin û heman karên dilê sirûştî dike û bi vê dahênanê, mirovahî ber bi pêngaveke din a mezin pêşve diçe.
Ji bilî pêkanîna dilê çêkirî, Dr. Azad Necar dahênanên din ên neştergeriyê jî pêk anîne, ku yekem car e dahênanên bi vî rengî têne çêkirin.
Necar weke dahênerê Kurd û Swêdî tê nasîn û bûye 20 sal, li ser projeya xwe dixebite. Hikûmeta Swêdê û çendîn kompanî piştgiriya projeya wî dikin û Swêd şanazî bi vî bijîşkê Kurd dike.
Dr. Azad Necar kî ye?
- Di sala 1968an de li bajarê Bexdayê jidayîk bûye û bi eslê xwe ji xelkê navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ye.
- Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê mezin bûye.
- Di sala 1992an de ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mûsilê mezûn bûye.
- Di sala 1995an de çûye Swêdê û heta niha li wir dijî.
- Yek ji damezrîner û rêveberên nexweşxaneyeke girîng a nexweşxaneya dil a li bajarê Vasteras yê Swêdê ye.