Li Hewlêrê 4 hezar kesî ji bo dîdara Papa navê xwe tomar kirine

Amadekarî ji bo dîdara Papa Fransîs li yarîgeha Fransiwa Herîrî tê kirin û 10 hezar kes dikarin li wê yarîgehê amade bibin.

Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs
Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs

Stenbol (K24) – Biryar e di destpêka meha bê de Papayê Vatîkanê Papa Fransîs serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike, ji bilî hevdîtina ligel berpirsên bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 4 hezar kesî li Hewlêrê dixwazin wî bibînin.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, amadekarî ji bo dîdara Papa Fransîs li yarîgeha Fransiwa Herîrî tê kirin û 10 hezar kes dikarin li wê yarîgehê amade bibin. Li piraniya bajar û bajarokên Iraq û Herêma Kurdistanê xelkê navê tomar kirin ji bo wê dîdarê tomar kirin û tenê li Hewlêrê zêdetir ji 4 hezar kesî nave xwe tomar kirine.

Endamê Komîteya Merasîmê Rodî Kenar ji K24ê re got: “Ji bo beşdariya di merasîma qidasê li Hewlêrê 4500 kesî navê xwe li Hewlêrê tomar kiriye. Li bajar û bajarokên din ên Kurdistan û Iraqê jî nav têne tomarkirin. Piştre kartekê dirust dikin, ji bo ew bikarin li yarîgeha Firansiwa Herîrî beşdarî merasîmê bibin.”

Got jî: “Ji bilî Kirîstiyanan, xelkê din jî dikarin bi riya Komîteya Merasîmê daxwaza beşdarî merasîmê bibin.”

Li gor bernameya hatiye ragihandin, Papa Fransîs roja 5.3.2021an digihe Bexdayê, roja din jî serdana Necef dike û ligel Merciê Bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî dicive û ji wir serdana şûnwara Or dike.

Papayê Vatîkanê roja 7ê Adarê serdana Herêma Kurdistanê dike û li Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û kesayetiyên olî ve pêşwazî lê tê kirin.

Fly Erbil Advertisment