PAK ji bo zimanê Kurdî banga piştgiriya kampanyaya îmzeyê dike
“Em bangî hemû kesên ku rêzê li mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya her miletî, her gelî dikin, ku piştigiriya vê kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bikin.”
Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ragihand: “Em bangî hemû kesên ku rêzê li mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya her miletî, her gelî dikin, ku piştigiriya vê kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bikin.”
Daxuyaniya PAKê wiha ye:
Li Amedê di roja 22.02.2021ê de bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza “Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî, Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehiyê” kampanyayeyeke îmzeyê hate destpêkirin.
Armanca vê kampanyayê ew e ku bi kêmanî 1 mîlyon îmze bêne berhevkirin. Paşê jî ew îmze dê ji bo Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê werin pêşkêş kirin.
Gelek partiyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayet piştgiriya vê kampanyayê dikin.
PAK jî yek ji beşdarên vê kampanyayê ye.
Fikra wî/wê, partiya wî/, meyla wî/wê ya siyasî , dîn û mezhebê wî/wê, karê wî/wê çi dibe ila bibe, em bangî hemû Kurdan dikin da ku piştgiriya vê kampanyayê bikin.
Etnîsîteya wî/wê çi dibe bila bibe em bangî hemû kesên ku rêzê li mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya her miletî, her gelî dikin, ku piştigiriya vê kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bikin.
Bidestxistina mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û fermî bûna zimanê Kurdî mafekî rewa, mirovî, netewî, demokratîk yê miletê Kurd e.
Hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê dê li her cîhê ku lê dijîn de , di nav xebatên vê kampanyayê de bi awayekî aktîf dê cîh bigirin.
Zimanê me hebûna me ye.
Her îmzeyeke we , ji bo zimanê Kurdî piştgiriyeke dîrokî ye.
22.02.2021