Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, bû armanca mûşekan
Piştî ku Devera Kesk a bajarê Bexdayê bi sê mûşekan bû armanc, Balyozxaneya Amerîkayê ya li wê deverê, zingilê agahdarkirinê lê dide.

Bexda (K24) – Piştî ku Devera Kesk a bajarê Bexdayê bi sê mûşekan bû armanc, Balyozxaneya Amerîkayê ya li wê deverê, zingilê agahdarkirinê lê dide û rewşa awarte li deverê hat ragihandin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand; demjimêr 19:25ê vê êvarê, çend mûşek arasteyî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatin avêtin û balyozxane zingilê agahdarkirinê lê dide.
Nûçegihanê me diyar kir ku ji ber hestyariya rewşa ewlehiyê ya ji ber wê êrîşê, heta niha ziyan nayên zanîn û jêdera avêtina mûşekan jî eşkere nebûye.
Piştre bi daxuyaniyekê, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ev nûçe piştrast kir û ragihand ku Devera Kesk bi du mûşekan bûye armanc.
Herwiha eşkere kir ku lêkolînên hêzên ewlehiyê yên li ser êrîşa mûşekî dest pê kirine û ew ê hûrgiliyên bûyerê eşkere bikin.