Amerîka: Bersiva êrîşa li ser Balyozxaneya me li Bexdayê didin
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka: Bersiva êrîşa mûşekî ya li ser Balyozxaneya me didin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa mûşekî ya şeva borî li ser Navçeya Kesk a Bexdayê, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, ew di dem û cihê guncaw de bersiva wê êrîşê didin.
Berdevkê Pêntagonê John Kirby di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Em vê êrîşê bi cidî werdigirin. Herwiha Serok Biden jî diyar kir ku dê bersiveke me ya guncaw hebe. Em ê di dem, cih û bi awayê xwe bersivê bidin. Bêguman ev jî bi şêwira ligel hevbeşên me yên Iraqî dê pêk were.”
Şeva borî 22.2.2021an careke din Balyozxaneya Amerîka li Navçeya Kesk a Bexdayê bi çend mûşekan hatin armanckirin û li nêzîk mala Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ketin.
Li gor zanyariyên nû yên peyamnêrê K24ê, ji ber êrîşa mûşekî, 6 otomobîl şewitîn.
Piştî êrîşê, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ew êrîşa li ser Navçeya Kesk şermezar kirin û daxwaz ji hikûmetê kirin, nûnertiyên dîplomasî yên welatan biparêzin.
Amirî got: “Ti sedemek ji vê êrîşê re nîne”. Sedir jî daxwaz ji grûpên çekdaran kir, van êrîşên ku ziyanê digihînin “bereya berxwedanê” û jiyana xelkê sivîl dixe metirsiyê rawestînin.