Pervîn Buldan: Desthilat bi derewan siyasetê dimeşîne
Piştî operasyona Gareyê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di civîna koma partiya xwe de besiv da êrîşên desthilatê yên li ser partiya wan.
Enqere (K24) - Piştî operasyona Gareyê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di civîna koma partiya xwe de besiv da êrîşên desthilatê yên li ser partiya wan û îddîa kir; ji ber ku deshilat dixwaze xwe ji berpirsyariya kuştina welatiyan rizgar bike HDPê tohmetbar dike.
Li Tirkiyê piştî ku Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylu li ser televizyonan wêneyê hevseroka HDPê Pervîn Buldan yê di proseya aştiyê de li Qendîlê hatibû girtin nîşan da û herwiha parlamentera HDPê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bi çûyîna çiyayên Gareyê sûcdar kir hevseroka HDPê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de bersiv da van îddîayên Soylu û got; ji ber ku AKP di operasyona Gareyê de negihiştiye armanca xwe niha jî hêrîşî HDPê dikin û hewl didin ku berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de bidin ji bîr kirin û bi tawanbariya HDPê xwe ji van sûcan rizgar bikin.
Pervîn Buldan diyar kir: “Ji bo ku desthilata xwe ya siyasî ji vê tengasiyê rizgar bikin operasyon birin ser çiyayên Gareyê. Hêvî dikirin ku dê bi mizgîniyekê vegerin û vê jî ji xwe re bikin mal. Anku ev welatî kirin qurbana berjewendiyên xwe yên siyasî. Niha jî, ji ber ku negihiştin armanca xwe ji çar aliyan ve hêrîşî HDPê dikin. Ka çawa di rabirdûyê de 335 kes bi diyalogê hatibûn rizgarkirin divê dîsa bi heman rêbazê tevgeriyaban.”
Buldan diyar kir di proseya aşitiyê de bi destûr û çavdêriya dewletê ew çûne Qendîlê û hîç parlamenterekê wan neçûye Gareyê. Herwiha Buldan got; di vê maweyê de cihê ku parlamentera wan ya ku tê tohmetbarkirin diyar e lê ji aliyê desthilatê ve berdewam bêbextî li wan û partiya wan tê kirin.
Pervîn Buldan destnîşan kir: “Ji bêbextî û derewan nawestin. Di wê demê de ew cihê ku parlamentera me lê bû diyar e. Hertişt li holê ye. Gelo hîç nafikirin ka dê çawa xwe ji binî vê propandaya reş paqij bikin? Ev hêrîş û tawanbarkirin ji ber nixûmandina sûcên wan bi xwe ye. Heger gotinên xwe îspat nekin ew bi xwe bêbext û derewker in.”
Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser sizadana parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu jî û got: “ev sizayê bi her awayî siyasî ye.”
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan dibêje: “Bi neheqiyeke mezin hevalê me Omer Faruk Gergerlîoglu hat sizakirin. Dadgeha Bilind bi awayekî lez û bez ev siza pesendkir; ji ber ku ji qesrê ferman stand. Amadekariyên wan yekcar derketin holê. Ev biryar bo ku tola Gareyê ji aliyekê hildin hatiye wergirtin û ev alî jî mixabin HDP ye. Hingî têk diçin zêdetir di tirsin. Gergerlîoglu wicdana Tirkiyê ye.”
Buldan îddîa jî kir ku di hilbijartinê de desthilat dê bersiva van kiryaran bibîne û ji desthilatê bikeve. Herwiha Buldan got jî; Wezîr Suleyman Soylu çav berdaye postê serokkomar Erdogan ji loma hewl dide bi ser HDPê re vê armanca xwe pêk bîne lê ew dê bi tu awayî nehêlin ji ber rakêşî û armancên xwe yên navxweyî HDPê wekî amûr bikarbînin.