Mesrûr Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê kurd Osman Baydemîr kir

Osman Baydemîr: Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê hêviya gelê kurd e û pêwîst e hemû aliyên siyasî piştevaniyê lê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25.2.2021an pêşwazî li siyasetmedarê kurd ê navdar Osman Baydemîr kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya yekrêziya di navbera aliyên Kurdistanî û xebata aştîxwaz a gelê kurd ji bo parastina mafên wî yên rewa hat kirin.

Osman Baydemîr piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da ku cihê hêviya gelê kurd e û pêwîst e hemû aliyên siyasî piştevaniyê lê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasî li piştevaniya Osman Baydemîr kir û hêviya serkeftinê di xebat û têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurdistanê de jê re xwast.

null
null

 

Fly Erbil Advertisment