Karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî rastî êrîşê hat
Êvara roja pêncşemê karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Babîlê rastî êrîşekê hat.
Navenda Nûçeyan (K24) - Êvara roja pêncşemê 25ê Sibata 2021ê karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Babîlê rastî êrîşekê hat.
Medyaya Iraqê belav kiriye bombeyeke çandî ya li ser rêya Babîlê hatibû bicîkirin û di dema veguhestina kelûpelan de karwaneke hevpeymaniya navdewletî rastî êrîşekê hatiye û ji ber wê êrîşê otomobîleke kêsên hevpemaniyê zirar dîtiye.
Hêjayî gotinê ye ku rojane konsulxane û nûnertiyên welatên biyanî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li seranserî Iraqê rastî êrîşan tên.