Mesrûr Barzanî bo Wezîrê Navxwe yê Iraqê: Rewşa li Kerkûkê, ne yasayî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 27ê Sibata 2021ê pêşwazî li Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Federalî ya Iraqê Usman Xanimî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 27ê Sibata 2021ê pêşwazî li Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Federalî ya Iraqê Usman Xanimî kir.

Di hevdîtinê de li ser pêşvebirina hemahengiya ewlehiyê ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hat gotûbêjkirin, bi taybetî ku li ser mijara êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê, di encama hemahengiya baş a navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî de, encamên baş bi dest ketine.

Herwiha di civînê de tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina li Wezîrê Navxwe yê Iraqê ji bo hewldanên wî yên ji bo çareserkirina kêşeyan, amaje bi berdewamiya siyaseta guhertina demografî û destdirêjkirina ser welatiyên Kurd û dagirkirina erdên wan ên li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê kir û got; ev rewş ne yasayî û ne destûr ye, ne di berjewendiya xelkê Iraqê de ye û divê rêgirî lê were kirin.

Danûstandinên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî yên li ser budceya Iraqê ya sala 2021ê û hilbijartinên bê yên Iraqê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.