Demîrtaş: Ji bilî aştî û pêkvejiyanê ti bijardeyeke din nîne

Hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş da xuyakirin, ji bilî aştî û pêkvejiyanê ti bijardeyeke din nîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş da xuyakirin, ji bilî aştî û pêkvejiyanê ti bijardeyeke din nîne û bêdengiya hember kuştinan, ziyanê dide mirovahiyê.

Hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş ku ji pênc salan zêdetir e di zîndanê de ye, ji medya Tirkiyê re da xuyakirin, bûyera Garê ya kuştina 13 dilên di destê PKKê de, careke din girîngiya aştiyê nîşan dide.

Demîrtaş got, şêwaza siyaseta desthilatê metirsîdar e û diyar dibe, ji bo wergirtina dengan û parastina kursiyên xwe, amade ne her cure xirabiyê bikin.

Demîrtaş got jî, divê êdî hemû alî çek û tundiyê wek rêbaza çareseriyê nebînin û li şûna wê siyaseta demokratîk pêş bixin ku ev jî berpirsiyariya siyasetmedaran e.

Fly Erbil Advertisment