Papa ber bi Iraqê bi rê ket

Papayê Vatîkanê Papa Francis îro înê ji bo serdaneke bi dirêjahiya çar rojan, ber bi Iraqê bi rê ket.

Papa Francis
Papa Francis

Hewlêr (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis îro înê ji bo serdaneke bi dirêjahiya çar rojan, ber bi Iraqê bi rê ket.

Biryar e Papa di serdana xwe de biçe bajarên Necef, Nasiriye û Mûsilê û serdana Hewlêrê bike.

Rêkarên ewlehiyê yên tund ji bo parastina rewşa ewlehiyê ya Iraqê û silametiya Papa Francis hatine pêkanîn.

Herwiha serdana Papa di demeke wisa de ye ku vîrusa Koronayê li Iraqê bi awayekî berçav zêde bûye û hejmara pêketiyan rojane gihiştiye pênc hezar kesî.

Papa duh peyamek arasteyî xelkê Iraqê kir û got; ez di vê serdanê de li bendê me ku xelkê Iraqê bibînim, çimkî wan gelek êş û jan dîtine.

Papa dê serdana Necefê bike ji bo dîtina Ayetullah Elî Sîstanî û piştre dê were Hewlêrê û li stada navdewletî ya Franso Herîrî ligel bi hezaran welatiyên Xiristiyan dê ji bo aştiyê dua bike.