Papa Francis gihîşt koşka Serokomariya Iraqê

Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşt Koşka Selam û ji aliyê Serokomarê Iraqa Federal ve hate pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşt Koşka Selam û ji aliyê Serokomarê Iraqa Federal ve hate pêşwazîkirin.

Papa Francis îro bi serdaneke dîrokî gihîşt Bexdayê û li firokxaneya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve pêşwazî lê hate kirin.

Piştê hevdîtina wî ligel Mistefa Kazim, Papa ber bi Koşka Serokomariya Iraqê ve bi rê ket û ji aliyê Serokomarê Iraqa Federal Berhem Salih ve hate pêşwazîkirin

Papa dê di vê serdana xwe de, serdana Necefê bike ji bo dîtina Ayetullah Elî Sîstanî û piştre dê were Hewlêrê û li stada navdewletî ya Franso Herîrî ligel bi hezaran welatiyên Xiristiyan dê ji bo aştiyê dua bike.