Papa Francis li Yarîgeha Franso Herîrî tevlî qudaseteke mezin dibe
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Papayê Vatîkanê Papa Francis qudaseteke olî li yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêrê bi rê ve dibe û gotarek pêşkêş kir.
Di Merasîmê de Nûnera Sekretera Giştî ya Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert û hejmareke mezin ji nûner û dîplomatkarên welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê û dora 10 hezar welatî beşdar dibin.
Papa Francis di gotara xwe de tekez kir, Îsaya Mesîh daxwaza mirovatiyê dike, rast û pak be û xwe ji ruhê şerxwaziyê dûr bigire.
Her wiha got: "Xelk hemû xwîşk û birayên hev in û divê wane û pendan ji şaşiyan werbigirin.