Amerîka hewl dide li Enbarê balafirgehekê ji bo firokeyên B-52 ava bike

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand; Amerîka hewl dide balafirgehekê ji bo firokeyên mûşekavêj ên B-52 li rojavayê Enbarê ava bike.

Firokeyeke B-52
Firokeyeke B-52

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand; Amerîka hewl dide balafirgehekê ji bo firokeyên mûşekavêj ên B-52 li rojavayê Enbarê ava bike.

Çavkaniya ewlehiyê ji ajansa El Melûme re ragihandiye: “Hêzên Amerîkayê hewl didin balafirgehek ji bo firokeyên mezin ên mûşekavêj ên cûreya B-52 di nav Binkeya Eyn Esed a Esmanî de li rojavayê Enbarê ava bike.”

Herwiha diyar kiriye: “Hêzên Amerîkayê rûbereke pêwîst destnîşan kiriye ji bo avakirina wê balafirgehê û karên amadekirin û rastkirina erdê hatiye terxankirin û wisa tê çaverêkirin ku di demeke nêz de balafirgeh temam bibe.”

Hêzên Amerîkayê berî niha qada binkeya Eyn Esed berfireh kiribûn û erdên nû xistibûn ser.

Firokeyên B-52 Stratofortress firokeyên bombeavêj ên stratejîk in û ji sala 1954an ve li çekên esmanî yên Amerîkayê tên bikaranîn.