DAIŞê bi nîşangiran 2 serbazên Iraqê kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê îro înê ragihand; bi êrîşa nîşangirên DAIŞê li du parêzgehên Iraqê, du serbaz hatin kuştin û serbazek jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê îro înê ragihand; bi êrîşa nîşangirên DAIŞê li du parêzgehên Iraqê, du serbaz hatin kuştin û serbazek jî birîndar bû.

Çavkaniya ewlehiyê eşkere kiriye: “Di derengê şeva din de, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzeke Lîwaya 45 a Artêşa Iraqê li gundê Morban Şax ê li Kerkûkê kir.” Herwiha ragihandiye ku DAIŞê di êrîşê de qenas bi kar aniye û bûye sedema kuştina serbazek û birîndarbûna serbazekî din.

Hat eşkerekirin: “Li devera Xelaniye ya ser bi navçeya Mîqdadiye li bakurê rojhilatê Diyala, dîsa bi qenasên DAIŞê, serbazekî din hat kuştin.”